Di rojên cejnê de çûnûhatin bi temamî qedexe ye
2020-05-18 23:47     305 Car hatiye dîtin      Şîrove
72 demjimêr qedexeya çûnûhatine hat ragihandin
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên rêgirtina li belavbûna vîrusa koranayê de biryar da ku di hersê rojên Cejna Remezanê de li seranserê Herêma Kurdistanê, çûnûhatin (piyade û otomobîl) bi temamî qedexe be.
Di hersê rojên Cejna Remezanê de hemû markez, firin û ew cîhên ku berê ji bo xizmeta hemwelatiyan rê bi wan hatibu dan, dê girtî bin.
Qedexeya çûnûhatinê; hêzên ewleheyî, tîmên tenduristiyê û ewên erkên resmî cîibicî dikin li xwe nagre.
Qedexeya çûnûhatinê ya nêvbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û nêvbera parêzgehên Herêma Kurdistan û İraqê jî heta 1ê Hezîrana 2020ê, hat dirêjkirin.
Puknow
Babetên zêdetir