Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din bi êşa koronayê ketine
2020-05-19 00:30     361 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Silêmanî 10 hemwelatiyên din bi vîrusa koronayê ketine
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, (18-05-2020) ragihand ku li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê 10 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronaya nû (covid-19), hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekî nivîskî de aşkere kir ku 7 ji wan pêktiyan mêr in û 3yên din jin in. 9 ji wan li navenda Silêmanî û yek ji wan jî li nahiya Baziyan niştecî ne.
Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, heta niha 414 kes bi vîrusa COVID-19 ketine; ji vê hejmarê 383 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane. 26 pêketî jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne.
Puknow
Babetên zêdetir