Li Silêmanî 7 kesên din bi nexweşiya koronayê ketin

  2020-05-23 01:43      366 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmanî 7 haletên nû yên pêketina bi koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, (22-05-2020), ragihand ku li Parêzgeha Silêmaniyê 7 hevwelatiyên din bi vîrusa koronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku 3 jinên temen 57, 30, 25 salî û 4 zarên temen 12, 4, 3 û 2 salî bi vîrûsa koronayê ketine. 
Wezareta Tenduristiyê, da zanîn ku her 7 hemwelatî jî ji pêketiyên din yên berê, tûşî vê nexweşiyê bûnê û li bajarê Silêmanî niştecî ne.
Di derbarê vê mijarê de Wezîrê Tenduristiyê yê İraqê jî ragihand ku heta sala 2021ê, metirsiya vîrusa koronayê dê bimîne.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî