Nimêja cejnê li mizgevtên Herêma Kurdistanê hat qedexekirin
2020-05-23 01:57     333 Car hatiye dîtin      Şîrove
Îsal nimêja Cejna Remezanê li mizgevtan nayê kirin
Wezareta Diyanet û Karûbarê Olî yê Herêma Kurdistanê, biryar da nimêja Cejna Remezanê, îsal li mizgevtan, neyê kirin.
Rêveberê Giştî yê Wezareta Diyanet û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşibendî, ragihand; ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê, biryar dane ku îsal, nimêja Cejna Remezana pîroz neyê kirin û tekiyê û xaneqa jî dê bên daxistin.
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya tedbîrên rêgirtin li ber belavbûna vîrusa koronayê de di her sê rojên Cejna Remezanê de biryara qedexeya çûnûhatinê daye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir