Bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dê 23 rojan bidome

  2018-08-12 22:21      288 Car hatiye dîtin        Şîrove
Logoya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, ragihand; pêvajoya piropagandaya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, dê 5’ê Îlonê destpê bike û heta 28 Îlon 2018’ê bidome. 
Komisyona Hilbijartinan di civîna xwe ya îro de (12-08-2018), destnîşan kir ku berbijarên aliyên siyasî û hevpeyman, dikarin ji demjimêr 00:00’ê roja 5’ê Îlonê dest bi propagandayên xwe bikin,heta demjimêr 08:00’ê 9’ê Îlonê. 
Komisyona Hilbijartinan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de daxwaz ji aliyên siyasî û hevpeymaniyan kiriye ku pêbend bin hemû rênîşan û biryaran.
Roja 30 Îlon 2018’ê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, dê bee kirin.
puknow

Amadekar: Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî