Serokatiya YNKê: Em yekdestiya siyasî û aborî nahêlin û emê hikumraniyekî berpirsyar û parastvanê mafê hemwelatiyen durust dikin

  2020-06-01 00:37      146 Car hatiye dîtin        Şîrove

Serokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi helkefta 45mîn salroja demazrandina YNKê, peyamek weşand û ragihand ku ewê li ser rêbaza Serok Mam Celal berdewam bin û ji çi mafekî Gelê Kurdistanê, nayên xwarê.
Teksta peyamê:
Komelên xelkê Kurdistanê...
Di çil û pêncemîn salroja damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û çil û çar saliya dest pê kirina Şoreşa Nû a gelê me de pîrozbahiyê li we dikin. Di vê bîranînê de em, bang li we dikin, bi hevre, ronahiya karwana xebata berdewam ya pir ji şehîd û destkevtên Şoreşa Nû a gelê me binirxînin. Bi hevre, serê rêz û wefayê ji bo şehîdên me biçemînin ku bi armanca serxistina baweriya neguher ya YNKê ji bo aştî û azadî, mafê diyarkirina çarenivîsa xwe, demokrasî, mafê mirov, dadperweriya civakî û dabînkirina jiyanekî baştir ji bo xelkê Kurdistanê, canên xwe bexşîn. Bi hevre, em sozê bidin bi kesukarên wan yên serbilind, grûpên pêşmerge yên destpêkê, bi rêxistinên nehênî û serkirdayetiya navxwe û derveyî welêt, bi partizanên piştî Enfalê, bi xebatgerên qonaxên dijwar yên çiya û bajêran, bi desteya damezrênerên YNKê, bi ruhê hêja yê Serok Mam Celal ku girêdayî wê emaneta grîng bin û erkê dîrokî yê paş serkevtina kongreya çar, ketiya ser milê me pêk bînin. Em li Serokatiya YNKê, sozê didin ku domînerê vê karwanê bin, destkevtên wê biparêzin û deskevtên zêdetir bixin ser û di vê bîranînê de bi hildana rûpelekî nû, bi rijdtir ji bo peydakirin û parastina berjewendiyên bilind yên Gelê Kurdistanê, xebatê bikin. 
Kesûkarên serbilind yên şehîdan...
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan, her bi srûşt pêşeng e. Paş bêhêviyê, hêvî bexşiye û şoreşa kurdayetiyê vêxistiye; bi baweriyekî neguher ji bo mafê diyarkirina çarenivîsa xwe xebat kir û heta bigihêje bi armanca dawî jî ji bo hemû berdêlekê amadeye. Çawa ku di rûbirûbûna Rejîma Beasa dîktator de serkêş bû, di şerê dijî terorîstan de ew YNK bû ku karî ji Başûrê Kurdistanê heta Rojava, şikestê bi terorîstan bîne û hewlê dagirkarî û efsanaya wan pûçel bike. Ji bo siberoja Kurdistanê, YNKê bi hezaran pêşmerge, bi sedan fermandar û serkirdeyên qehreman bext kiriye; her jiber vê jî ji aliyê komeleyên xelkê ve bi nasnavê “partiya şehîdan” hatiye xelatkirin. Hebûna şehîdên serbilind yên YNKê ji hemû pêkhateyên cûda yên Kurdistanê, selmênerê baweriya wan têkoşeran e bi berevanîkirina herdemî ya YNKê li maf û azadiyên xwe û nîşanderê baweriya kesûkarên wan e bi armanca rewa û xebata zelal ya YNKya we. Em di YNKya nû de bi hêviyê ligel we ne, baweriya me bi karîna jinan, mamosteyan, pîşewer, fermanber, sermayedar, bazirgan û esnafên bazar, rencderên kurdewarî, law û gencan û pêgîhiştiyên vî gelî heye ku barê xwar yê li ser milê Kurdistanê rast bikin û bê dudili, ber bî serkevtinê ve gavê biavêjin. Di vê rêbaza destegulê de ku hevalê me yê koçkirî Mam Celal ji bo me bi cîh hiştiye, deriyê me ji bo her dost û dilsozekî vekiriye ku bixwaze bi rêya YNKê, xizmeta niştimana me bike. Em dixwizan, kesên hêja cîhên hêja pir bikin û jîngehekî karê hîzbî û hikumranî ya pozîtîf birexsînin ku têde cîwan, akamîsyen û pispor, xelkên asayî û dilsoz, hemû çîn û tebeqeyek bê cûdahî û bi yeksanî, derfetên pêşxistina xwe û pêşvebirina Kurdistana xwe, bibînin û hêviya wan bi vê niştimanê bê vegerandin. 
Hevniştimaniyên rêzdar...
Di vê bîranîna salrojê de em radigihînin ku paş kongreyê, YNKya nû “xebata mafan” pêş ve biriye. Em di Serokatiya YNKê de dixwazin bi sûdwergirtin ji hemu esasên hizrî, saziyên sosyal demokrat û praktîzekirina wê di tev sîstema hikumranî de pirsgrêkên bingehîn yên niha yên Herêma Kurdistanê çareser bikin û wê realîteyê bixulqînin ku ruhê şehîdan û wîjdanên me asûde dike. Kurdistanekî ava bikin ku têde mafe û erk bi dadperwerane û bi hevsengî bê parvekirin. Yekdestiya siyasî û aborî nehêlin û hikumraniyekî berpirsyar û parêzvanê mafê hemwelatiyan durust bikin; jiyana we asan û xweşguzeran be u nehêlin çavçinokiya siyasî, krîzê bi dû krîzê de bîn e. Baweriya me ya temam bi wê heye ku rêya gîhiştin bi vê armancê, durustkirina balansa hêzê ye, rêzgirtin li pêgeha hemwelatî û maf û azadiyan, pabendbûna bi deshilata saziyan û neçarkirin e ji bo serweriya yasa di hemû astan de. Heta dariştina  destûreke gelpesend ji bo Herêma Kurdistanê, sererastkirina yasaya hilbijartinan, vegerandina şikoyê ji bo parlementoyê, aktîfî ji bo hikûmet û bi niştimankirina hêzên çekdar, di vê qonaxê de cîbicîkirina projeya “nenevandiya îdarî û darayî ji bo Kurdistanê” bi pêwîst dizanin. Her wekî di rêkeftina siyasî ya nêvbera YNKê û PDKê de ji bo pêkanîna kabîneya nehem û karnameya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî de hatiye, destûr, yasa, girse û xwasta praniya ji partiyên din jî piştevaniyê li vê projeyê dikin. Her jiber vê, emê hemû rêkarekî siyasî, yasayî, îdarî û medenî ji bo piştevanîkirina li nemerkeziyê, bigrin ber ku bêguman, dê bibe sedema zêdebûne bi bandorbûna hikûmet û bihêzbûna Herêma Kurdistanê. Bi praktîkî emê vê sozê ji bo we biselmînin ku YNK partiya xelkê ye û bê liberçavgirtina gef, fişar û berjewendiyên taybet, berevanîkirin li maf û berjewendiyên we, dê armancên bilind yên me be û berpirsyare ji bo vê armancê xebatê bike. 
Deriyê me ji bo hemû kes, partî, alî û bizavekê vekiriye, daku ji bo berjewendiyên giştî yên xelkê Kurdistanê, dest di nav dest de û ji bo siberojekê baştir têbikoşin. Em dixwazin di navxwe ya Herêma Kurdistanê de ligel hemuyan yekdeng bin. Her hêzekî siyasî ji bo avakirina Kurdistanê ligel me be, emê destê hevkariyê bixin nav dest. Li ser bingeha berjewendiyên hevbeş ligel welatên cîran û Rojhilata Navîn, emê berdewamiyê bidin bi peywendiyên cîrantiya baş û ligel welatên cîhanê ji bo parastina mafên gelê me, kar bikin. Ligel hêz û aliyên îraqî û proseya siyasî ya welêt disazin, lê, destberdarê maf û destkevtan nabin ku bi xwîna bi dehan hezar qurbaniyan bidest ketiye. YNK dê berdewam be li ser parastina qewareya Herêma Kurdistanê di parêzvanîkirin li mafên destûrî yên gelê me de û xwediderketina li Kerkûk û navçeyên qutkirî, li gor Maddeya 140 ya destûra welêt, em xebatê dikin ji bo mîsogerkirina yekalîkirina kurdistanîbûna çarenivîsa wan. Baweriya me ya temam eve, heta kurdek li Kerkûkê mabe, YNK dê bimîne û heta YNK jî bimîne, dê berevaniyê li Kerkûk û hemû xak û xelkê Kurdistanê bike. Di vê çarçoveyê de YNK rijd û piştevane ji bo serxistina danûstanên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê li ser miaş û budceya Herêma Kurdistanê û li ser yekalîkirina çarenivîsa xak, sînor û deshilatên me di çarçoveya prensîpên niştimanî û destûrî de.
Endamên dilsoz yên YNKê...
Em di 45mîn salroja damezrandina YNKê de bîranîn û têkoşîna Serok Mam Celal û serkirdeyên nemir û şehîdên me, granbuha dinirxînin, rijdiyê li ser yekîtiya nav YNKê dikin û tekez dikin ku YNK bi we hemûyan bi hêz û YNK ye. Ev rê jî ku me li serkirdayetiya nû girtiye ber xwe, her çende pir hevraz û nişêv be jî lê, em qed milberdar nabin û emê berdewam bin. Cîhê şanaziyê jî  ku di vê karwanê de em ne tenê ne û em dibînin endamên dilsoz yên YNKê bi xwastên xwe ji bo çaksaziyê û bi piştgiriya xwe di “xebata mafan” de bi me re ne û ji bo parastina mafên xelkê û deskevtên Kurdistanê têdikoşin. Lewra, em dilniyane bi piştevaniya we bi durustbûna kodengiya navbera hêzên siyasî û bi yekdilî û yekrîziya xelkê Kurdistanê, ev karwan jî dê bigihêje encam û wek herdem, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan dê rola xwe a pêşeng û dîrokî bigerîn e.
Di dawiyê de ji bo hevalên YNKê tekez dikin ku jiber xweparezî û pêbendî bi rênîşanên tenduristiyê, çi berhevbûn û merasîmekî girseyî nayê lidarxistin, serdankirina mezarê Mamê me yî mezin jî di nav de. Hevalên YNKê, dê hevkar û pêşeng bin di cîbicîkirina rênîşanan ji bo başiya giştî û parastina milletê me. Bi taybetî di vê pêla duyem ya nexwastî ya koronayê de. Hêviya siberojake geş ji bo we hemûyan dixwazin û dilniya bin di siberojek nêz de emê di hûzûra mezarê Serok Mam Celal de bîranînek girseyî ya hêja lidarbixin. 
Pîroz be bîranîna 45mîn salroja damezrandina YNKê
                                                                                                      Serokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî