Rêveberiya Xweser û Serokatiya PYDê salvegera damezrandina YNKê pîroz dikin

  2020-06-02 11:52      84 Car hatiye dîtin        Şîrove
PYD: YNK hilgirê ala xebat û azadiyê ye

Rêveberiya Xweser û Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD), bi dû peyamên cûda yên pîrozbahiyê, bîranîna 45mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), li hevserok, endamên polîtburoyê, civata serkirdayetiyê, kadro û havalên YNKê pîroz dikin.
Di nameyan de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên nêvbera herdu aliyan hatiye kirin, bi cûrekî ku di xizmeta niştiman, netew û berjewendiyên Gelê Kurd de be li başûr, gelên bakûr û rojhilatê Sûriyê bi giştî. 
PYD di pîrozbahînameya de bi navê tev endamên partiya xwe dilxweşiya xwe tîne zimên ku 45mîn salroja damezrandina YNKê pîroz dike û YNKê bi hilgirê ala xebat û azadiyê binav dike.
Di beşekî din peyama xwe de bal dikşîne li ser grîngiya qonaxê û pirsgrêk û krîzan ku bi hevre rûbirû dibin û tekezî li ser domandina pewîstiyên xebatê li ser rêbaza niştimanî a Kurdistanê dike. 
Herwiha, xurtkirina peywendiyên dualî bi granbuha dizane bi cûrekî ku xizmeta pirsa dadperwerî û xwastên gel û bilez lidarxistina kongreya niştimanî a Kurdistanê bike. 
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî