Li Herêma Kurdistanê 104 kesên din bi êşa koronayê ketin

  2020-06-03 14:05      342 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hejmara jiyan ji dest danê gîhîşt 14 kesan


Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên raborî de bi giştî li Herêma Kurdistanê 104 kesên din bi vîrusa koronayê (covid-19) ketine û 4 kesan jî canên xwe ji dest dane. 
Li Parêzgeha Hewlêrê 6 hemwelatî (3 zilam, keçek 18 salî û zarokek 2 salî),
Li Parêzgeha Silêmaniyê 39 hemwelatî bi koronayê ketine (24 zilam, 11 jin, 4 zarok) û 4 ji wana canên xwe ji dest dane
Îdareya Germiyanê 6 hemwelatî ( 3 jin, 2 zilam û zarokek 9 salî)
Îdareya Raperîn 1 hemwelatî (zilamekî 41 salî)
Parêzgeha Duhokê 52 hemwelatî (20 zilam, 23 jin û 9 zarok) jiber jiber beşdarîkirin di vexwandina nan xwarinê de bi vîrusa koronayê ketine. 
Li gor amarên dawîn yên Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê; bi giştî 849 kes bi vîrusa coronayê ketine. 14 ji wana canên xwe ji dest dane, 434 nexweş jî baş bûne.
Bi giştî 401 nexweş jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî