Lahur Şêx Cengî û Mihemed Helbûsî li Bexdadê civiyan

  2020-06-03 18:34      115 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hevserokê YNKê û Serokê Parlementoya İraqê gotûbêj li ser pirsên hevbeş kirin

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî, îro (03-06-2020), gîhîşt Bexdadê û ligel Serokê Parlementoya İraqê Mihemed Helbûsî civiya. 
Di civînê de tekezî li ser hemahengiya karê parlemantoyî hat kirin ji bo derxistina wan yasayan ku peywendîdarin bi pêdiviyên hemwelatiyan. 
Di beşekî din civînî de herdu aliyan, gotûbêj li ser piştevaniya hikûmetê İraqê ji bo kabîneya wezaretan ya Mistefa Kazimî û cîbicîkirina pêngavên çaksaziyê û biryarên hikûmetê yên ji bo pêkanîna pêwîstiyên qonaxê û rizgarkirina İraqê ji kirîzan kirin.
Hevsorê YNKê Lahur Şêx Cengî di çarçoveya programa serdana xwe de dê ligel hejmarek berpirsên bilind yên hikûmetê û partiyên siyasî yên İraqê bicive. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî