61 haletên nû yên pêketina bi koronayê hatin tomarkirin

  2020-06-04 16:45      62 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê bi giştî 16 kesan jiber koronayê canên xwe ji dest dane

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên raborî de bi giştî li Herêma Kurdistanê 61 kesên din bi vîrusa koronayê (covid-19) ketine û 2 kesan jî canên xwe ji dest dane. 
Li Parêzgeha Hewlêrê, 4 hemwelatî (2 zilam û 2 jin) bi êşa koronayê ketine.
Li Parêzgeha Silêmaniyê, 48 hemwelatî (23 zilam, 23 jin, 2 zarok) bi koronayê ketine.
Li Îdareya Raperînê, 7 hemwelatî (2 zilam, 3 jin û 2 zarok) bi koronayê ketine.
Li Îdareya Germiyanê, 2 hemwelatî ( 2 jin) bi vîrusa koronayê ketine.
Li gor amarên dawîn yên Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê; bi giştî, heta niha, 910 kes bi vîrusa coronayê ketine. 16 ji wana (13 li Silêmanî û 3 li Hewlêr) canên xwe ji dest dane û 441 nexweş baş bûne. Bi giştî 453 nexweş jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne. 
Li bajarê Silêmanî, 4 nexweşxane û 2 otel ji bo tedaviya pêketiyên vîrusa covid-19ê hatine veqetandin.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî