5 pêketiyên din canên xwe ji dest dan û 180 kesên din jî bi koronayê ketin

  2020-06-11 23:54      364 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hejmara jiyanjidestdanê yê pêketiyên koronayê gîhîşt 35 kesan

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzîncî, li Hewlêrê, ragihand; îro (11-06-2020), hejmara herî zêde a tûşbûna bi vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin ku 180 pêketiyên nû ne. 
Wezîrê Tenduristiyê, aşkere kir ku bi giştî, îro, li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê 180 kesên din bi êşa koronayê ketine; li Hewlêrê 61, li Silêmanî 81, li Helebce 5, li Duhokê 2, li Îderaya Germiyan 19 û li Îdareya Raperîn 12 kes bi vîrusa covid-19 ketine. 
Herwiha, îro li Silêmanî, 5 pêketiyên din yên bi koronayê canên xwe ji dest dan. Her 5 kes jî zilamin ku di temenê 80, 78, 70, 69 û 48 salî de bûn.
Bi giştî, heta niha, li Herêma Kurdistanê  1891 kes bi vîrusa koronayê ketine. Ji vê hejmarê 559 kes baş bûne û 35 ji wana jî canên xwe ji dest dane. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî