Vîdyo - Li Silêmanî û Helebce dest bi cîbicîkirina projeyan têkirin

  2018-08-26 00:14      321 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, roja Şemiyê (25-08-2018) serdana Helebce û Seyîdsadiq kir. 
Qubad Talebanî, ragihandin ku biryara bi parêzgehbûna Helebce beşê hesane, durustkirina jêrxana aborî ku hêjayî xelkê navçeyê be, karê giran e. 

Qubad Talebanî di axaftina xwe de ji bo raya giştî aşkere kir; qonaxek nû paş krîza darayî destpê dike û got: “dest bi cîbcîkirîna sedan projeyan têkirin. Herêma Kurdistanê qonexekî pir zehmet ya krîza darayî li paş xwe hişt. Niha ji bilî dabînkirina miaşan, projeyên hatine rawestandin yên çar salên raborî dest bi cîbicîkirinê dibin”. 
Li Silêmanî 1200 proje û bi giştî li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 5000 projeyan rawestiyan e. Vê heftiyê, hin projeyên hatine rawestandin cardin destbikar dibin.


puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî