Serokatiya YNKe êrişa terorîstî a li sînorê Xaneqînê şermezar kir

  2020-06-15 12:53      153 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hemahengiya Hêza Pêşmerge û hêzen çekdar yên İraqê, dikare îstîkrarê vegerîne

Serokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, êrişên terorîstî yên bo ser gundên Kakeyîyan li sînorê Xaneqînê şermezar kir  û hemahengiya Hêza Pêşmerge û hêzen çekdar yên İraqê ji bo îstîkrara navçeyên kurdistanî granbuha zanî.
Teksta danezanê:
Mixabin, şeva 13/14 Hezîrana 2020ê, carekî din terorîstan êrişî xelkê Kurdistanê kir û di encama wê kiryara terorîstî a li ser gundê Dara li sînorê Xaneqînê, 6 hemwlatî yên Kakeyî  şehîd bûn û 5 kesên din jî brîndar bûn. 
Wek Serokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, sersaxî û hevxemiya xwe bi kesûkar û malbatên şehîdan radigihînin, hêviya zû başbûne ji bo brîndaran dixwazin û em bi dijwarî vê êrişa terorîstî û hemû kiryarên wan yen xerap şermezar dikin ku demek dirêje, xelkê wê sînorê kiriye armanc û zulmê li xelkê serbilind yê navçeyê dike.
Em xemgînin ji çendbarebûna van êrişên terorîstî û siyasî û berpirsyariya kêmxemiyê ji parastina serûmalên xelkê navçeyê, dixin stûyê biryarbidest û saziyên peywendîdar yên ser bi hikûmeta federal  ku heta niha nekarine di warê pêkanîna asayîş û parastina sînor de erkên li ser milên xwe cîbicî bikin. Di vê rewşa ne asayî de take rêya dabînkirina asayîş û rûbirûbûna terorîstan, beşdarîpêkirina Pêşmergeyê Kurdistanê ye ji parastina jiyan û serûmalên şêniyên navçeyê. 
Ji bo dawî anîn bi kiryarên terorîstî û vê rewşa naxwastî û ferzkirî ku asayîşa navçeyên kurdistanî kiriye bi dosyayekî siyasî û jiyan û bihevrejiyana hemwelatiyan kiriye bi dîl; pêwîste bilez, hemahengî di navbera hikûmeta İraqê û Hêza Pêşmerge a Kurdistanê de ji bo birêvebirina dosyaya ewlehiyê li hemû navçeya dest pê bike.  Berovajî, jiber egera pişguhxistina hêzên bi şiyan yên Herêma Kurdistanê ji bo parastina navçeyê bi hevbeşî û dubarebûna her kiryarekî terorîstî dijî xelkê serbilind yê sîronê Kurdistanê, hikûmeta Federal a İraqê bi berpirsyar û xemsar dizanin û bêdeng nabin.
Peywendîdar bi vê mijara hestiyar ku mayîna gelê me û parastina jiyan û keramet û azadiya bîrûra û siberoja kurdisttanîbûna navçeyê bi wê ve grêdayî ye; her evroj wefdekî YNKê serdana Bexdadê dike û xiemgîniya YNKê û xelkê navçeyê dê bigihîne aliyên peywendîdar yên Bexdadê  û rêya çareseriya dê bixe ber dest.
                                                                                         Serokatiya Yekîtiya Niştamaniya Kurdistanê 
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî