Wefda hevbeş ya YNK û PDK roja Înê serdana Bexdad dikin

  2018-08-28 22:35      301 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK û PDK bi hevpar diçin Bexdadê

Wefdên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, îro (28-08-2018) li Hewlêrê civiyan. 
Di civînêkî çapemeniyê de peyivdarê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, ragihand ku di civînê de YNK û PDKê biryar li ser şandina wefdekî hevbeş bo Bexdadê, dane.
Seidî Pîre, aşkere kir; heta niha YNK û PDK, hetta çi aliyekî Kurd, hevpeymanî ligel çi kutleyekî iraqî, pêk neaniye. 
Seidî Pîre, da zanîn ku hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di dema xwe de dê bê kirin û hewl didin rewşa Kerkûkê vegerînin rewşa asayî ya berê.
       Peyivdarê PDKê Mehmûd Mihemed jî ragihand ku gotûbêj li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye kirin û biryar dane, wefda hevbeş ya YNK û PDK, roja Înê (31-08-2018) serdana Bexdadê bike.
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî