Bilêse Cebar Ferman

Tawanbar bên darizandin

  2021-02-06 15:03      172 Car hatiye dîtin        Şîrove

Niştiman, çavervanê qurbaniyên Şengelê!

Tenê bi dest li ser sing, çaverêyiya kelexên şehîdên Koço rawestan û xwendina gotaran, terê nake.

Nabe dosyeya Êzdiyan, wekî dosyeyên Enfal, Jenosîda Feyliyan û çend tawanên din yên dijî gelê me, bêku tawanbar bên darizandin, biçe ser.

Kurd tekane gel e, piştî şoreşên xwe çi sîxur û xwefroşek li dadgeha gel de dadgehî nekiriye. Tekane millete, piştî wan hemû tawanan ku li dijî hatine pêkanîn, çi tawanbar û kêmxemek, dadgehî nekiriye.

Paş derbazbûna 33 salan bi ser Enfalê re, rizgarbûyên wê her çaverê darizandina mişteşar û cehşan in. Tika dikim, dosyeya Jenosîda Êzdiyan bi heman derdê tawanên din ve neçe.

Dadgeheke taybet bi vê tawanê bê pêkanîn; her alî û partiyek kêmxemî têda kiribe li ser teslîmkirina Şengalê û xulqandina wê tawanê, cezaya xwe werbigre.

Puknow

 

 

Babetên zêdetir


Fetwaya Dijî Jinê Dijayetîkirina Ol û Jiyanê ye‬ Bilêse Cebar Ferman
2019-12-07 13:30      292 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî